— <b>Argumaniyên ku dema destpêkirina sepanê ji rêza fermanê têne bikaranîn</b>

<big>D</big>ema ku bi argumaniya <tt>-v</tt> an <tt>--version</tt> dest pê dike, guhertoya heyî ya Kickshaw tê nîşandan. Argumaniyên <tt>-h</tt> û <tt>--help</tt> ji bo pêşkêşkirina danasîna çawa gihîştina vê paceya şîretan û piştre lîsteya argumaniyên qebûlkirî xizmet dikin.
Kickshaw dikare bi rêya pelê ya pêşekekê wek argumanî jî were destpêkirin. Wek bandoreke kêlekê, ev dike ku gengaz be ku pelên pêşekê bi Kickshaw bi karanîna pêşeka têkiliyê di rêveberên pelan de werin vekirin.

— <b>Pelên ku ji aliyê Kickshaw ve tên çêkirin</b>

<b>Hertimî</b>

Kickshaw pela xwe ya mîhengan bi navê <tt>.kickshawrc</tt> çêdike, ku di nav pelrêza malê ya bikarhêner de ye.

<b>Demkî</b>

Ji bo her serastkirinekê, peleke koma vegerînê di nav <tt>/tmp/kickshaw.XXXXXX</tt> de tê çêkirin (X cihgirên tîp û hejmarên ketûber in). Eger bername bi awayekî neasayî were rawestandin, peldank dê bimîne, lê ev ne cihê nigeraniyê ye ji ber ku tenê pelên biçûk dihewîne û bi gelemperî dê herî dereng di dema destpêkirina nû ya pêşîn de bi awayekî otomatîk were jêbirin.

Kickshaw di nav pelrêza malê de peleke tomarkirina otomatîk jî bi navê <tt>.kickshaw_autosave</tt> çêdike. Ew piştî her serastkirinê tê nûkirin û dema ku bername tê girtin tê jêbirin. Eger Kickshaw bi awayekî ne rêkûpêk hatibe rawestandin, di destpêkirina pêşîn a bernameya piştî wê de ji bikarhêner tê pirsîn ka dixwaze pêşekê ji tomarkirina otomatîk vegerîne an tomarkirina otomatîk were jêbirin.
